Îlam; 64 sal girtîgeh û dûrxistin bi ser 8 girtiyên tevgera Jin Jiya Azadî de hate sepandin

Nasir Rizayî, Wehîd Çaweran, Mihemed Hesen Hasilî, Ezîm Yadigarî, Seidulah

10 January 2024 10:40

 

Hengaw; Çarşemî 10ê Çileya 2024an

Nasir Rizayî, Wehîd Çaweran, Mihemed Hesen Hasilî, Ezîm Yadigarî, Seidulah Ayînî, Husên Bapîrwend, Ferşad Ayînî û Dr. Bextiyar Mihemedzade, 8 welatiyên Kurd û xelkê bajarê Avdanan, Dêhloran û Dereşarê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 64 sal girtîgehê hatine sizadan. Sê kes ji wan bi dûrxistin bi girtîgehên Zahidan, Meşhed û Kirmanê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 8ê Çileya 2024an, sê welatiyên xelkê Avdananê yên bi navên Nasir Rizayî, Wehîd Çaweran, Mihemed Hesen Hasilî ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azdaî de hatibûne girtin, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê her yek ji wan bi 12 sal girtîgehê hatine sizadan. Tevî sizayê hatî sepandin, li pey hev bi dûrxistin bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê jî hatine sizadan.

Herwisa, Ezîm Yadigarî û Seidulah Ayînî du welatiyên bajarê Dêhloranê jî, her yek ji wan bi 10 sal û 12 sal girtîgehê hatine sizadan.


Husên Bapîrwend û Ferşad Ayînî du welatiyên dinê yên bajarê Dêhloranê û Dr. Bextiyar Mihemedzade yê xelkê bajarê Dereşarê jî hevdem her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê hatine sizadan.

Hêjayê gotinê ye ku ev 8 welatiyane ji bilî "Wehîd Çaweran" ku di Tîrmehê de, dema ku dixwast ji Îranê derdikeve hatibû girtin, sala derbasbûyî û hevdem digel tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û dema ku di girtîgehê de bûn çendîn caran derheq nerohnbûna qedera xwe bi nîşandana nerazîbûnê, dest avêtibûne bi gireva pirçîbûnê.


Wehîd Çaweran, Nasir Rezayî, Mihemed Hesen Hasilî ku her sê ji wan xelkê bajarê Avdananê ne, niha di gitîgeha navendî ya Îlamê de girtî ne û yên dinê bi danîna barimteyê bi wayekî demkî hatine berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin