Kuştina duyemîn kolber li ser sînorê Banê di kêmtir ji 24 demjimêran de

Kolberekî xelkê bajarê Banê yê bi navê "Mîrza Ehmedî" yê 43 salî bi gulle

10 January 2024 10:56

 

Hengaw; Çarşemî 10ê Çileya 2024an

Kolberekî xelkê bajarê Banê yê bi navê "Mîrza Ehmedî" yê 43 salî bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin. Navbirî duyemîn kolber e ku di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de li sînorê vî bajarî hatiye kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Çileya 2024an, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê "Zile" yê Banê, kolberekî Kurd yê bi navê Mîrza Ehmedî yê 43 salî û xelkê gundê "Hencîne" hate kuştin.

Li gorî çavkaniya Hengawê, ev kolbere ku xîzandar û bavê 2 zarokan e, bi bê agehdarkirina berê hatiye gullebarankirin û termê wî piştî veguhestin bo nexweşxaneya Banê, radestî malbata wî nehatiye kirin.

Roja borî jî, kolberekî 33 salî yê xelkê bajarê Selmasê yê bi navê Soreş Xeregûşî di dema kolberiyê de li ser sînorên bajarê Banê, bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî  hatiye kuştin.

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, bi hesabkirina van du haletan di heya 10 mehên borî de aliyê kêm 20 kolber li ser sînorê Banê bi teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin