Kirmaşan: Peyman Ebdî xelkê Newsûdê ji ber îşkenceya saziyên ewlehî canê xwe ji dest da

Ciwanekî xelkê bajarê Newsûdê yê bi navê “Peyman Ebdî” ku ji aliyê saziyên ewlehî ve

10 January 2024 21:27

 

Hengaw; Çarşemî 10 Çileya 2024an

Ciwanekî xelkê bajarê Newsûdê yê bi navê “Peyman Ebdî” ku ji aliyê saziyên ewlehî ve li Kirmaşanê hatibû girtin, ji ber îşkencekirinê canê xwe ji dest da. Saziyên ewlehî tevî gefxwarin ji malbata Ebdî derbarê medyayîkriina vê mijarê, îdia kirine ku sedema mirina navbirî fetisîn (asêbûna pariyê nanê di qirika wî de) bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 9ê Çileya 2024an, Peyman Ebdî yê ciwanê 35 yê xelkê navçeya Newsûdê ya ser bi Paweyê û bavê du zarokan ku heftiyek beriya niha ji aliyê hêzên “îdareya Agehî” ve li Kirmaşanê hatibû girtin û li bin îşkenceyê çûbû komayê, di nexweşxaneya Ertêşê de canê xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê yek ji kesê nêzî Ebdî ji Hengawê re ragihandiye: “Roja Sêşemî ji nexweşxaneya 520 ya Kirmaşanê naskirî bi nexweşxaneya Ertêşê, bi malbata Ebdî re pêwendî hatiye girtin û jê re gotine ku termê kurê we li vir e û hûn dikarin werin termê wî bibin.”

Herwiha vê çavkaniyê diyarî kiriye, ku pizîşkên nexweşxaneya Ertêşê ji malbata Ebdî re gotine ku, Peyman Ebdî di encama ketina tiştekî hişk li serê wî jiyana xwe ji dest daye.

Bi vî awayî saziyên ewlehî tevî wê ku malbata navbirî xistine bin zextên tund ji wan re huşdarî dane ku xwe ji her cure medyayîkirinekê derbarê vê mijarê biparêzin û ji wan re gotine ku Peyman Ebdî di dema xwarina nan di girtîgehê de pariyê nanê di qirika wî de asê bûye û canê xwe ji dest daye.

Ev çavkaniye ku ji ber sedemên ewlehî nasnameya wê li cem Hengawê parastiye di berdewamiyê de gotiye: “Peyman Ebdî roja Sêşemî 2ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên “îdareya Agehî”yê ya Kirmaşanê ve di yek ji şeqamên vî bajarî de hate girtin û her heman şevê ji ber îşkence û derbeyên tund çûbû komayê û ji bo nexweşxaneya Ertêşê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku li nava 8 rojên ku Peyman Ebdî hatiye girtin yan li nexweşxaneyê di komayê de bûye, malbata Ebdî ji çarenivîsa wî ti agehî nebûne û şopandina wan di vê derbarê de bê encam mabû, heta ku roja Sêşemî ji nexweşxaneya Ertêşê bi wan re pêwendî hatiye girtin û ji mirina kurê xwe agehdar bûn.
Hengaw agehdar bûye ku, saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, roja Çarşemî 10ê Çileya 2024an, piştî wergirtina sozeke nivîskî ji malbata Ebdî bo medyayînekirina vê mijarê, termê Peyman Ebdî radestî wan kirine.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala 2023an de, herî kêm 11 girtî di girtîgehên Îranê de di bin îşkenceyan de jiyana xwe ji dest dane ku 8 ji wan girtiyên Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin