Sê kolber li ser sînorên Banê û Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine birîndarkirin

Soran Danişmêhr û Ferşad Rostemnijad, 2 kolberên xelkê Pawê û Yûsif Çûpanî kolbe

11 January 2024 10:13

 

Hengaw; Pêncşemî 11ê Çileya 2024an

Soran Danişmêhr û Ferşad Rostemnijad, 2 kolberên xelkê Pawê û Yûsif Çûpanî kolberê ciwan ê xelkê bajarê Seqizê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorên Bane û Newsûdê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja sêşemî 9ê Çileya 2024an, Yûsif Çûpanî kolberê temen 19 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi gullereşandina rasterast a hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi bajarê Banê ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bû.

Ji aliyeke dinê ve û hevdem, ji ber gullereşandina hêzên sînorî bo ser komek kolberan li ser sînorê Newsûdê yê girêdayî bajarê Pawê, Ferşad Rostemnijad ê temen 33 salî û xelkê gundê "Şemşîr"ê yê ser bi Pawê, bi gullyên saçmeyî bi giranî hate birîndarkirin.

Herwisa roja Şemî 6ê Çileya 2024an, Soran Danişmêhr ê temen 18 salî û xelkê gundê “Deşe” ê ser bi bajarê Pawê bi gulleyên keleşînkofê li ser sînorê Newsûdê yê vî bajarî ji aliyê lingê xwe ve birîndar bû.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amaran û Belgeyan Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala borî de, kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, zêdebûneke berçav bi xwe ve dîtiye, di vê heyamê de aliyê kêm 41 kolber bi teqeya hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û 292 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin