Girtîgeha Kirmaşanê; Girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pawê hate darvekirin

Girtiyekî Kurd ê bi navê Mêysem Hebîbî û xelkê bajarê Pawê ku beriya niha bi tohmeta

11 January 2024 17:54

 

Hengaw; Pêncşemî 11ê Çileya 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Mêysem Hebîbî û xelkê bajarê Pawê ku beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate darvekirin. Ji destpêka meha Çileyê ve heya niha 12 girtiyên Kurd hatine îdamkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 11ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Mêysem Hebîbî yê temen 37 salî û xelkê bajarê Pawê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de bi rê ve çû.

Kesek ji nêzî vî girtiyê Kurd ji Hengawê re got: Mêysem Hebîbî 7 sal beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina Mêysem Hebîbî di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di 10 rojên destpêka sala 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 12 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye cîbicîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin