Ciwanro; Girtina 5 weletiya bi tohmeta endametî li Komên Selefî de

Pênc welatî yên xelkê Ciwanro yê bi navên Yasîn Ezemî, Omîd Xakî, Eyub Bedrî, Peyman Weys

12 January 2024 11:41

 

Hengaw; înê 11ê Çileya 2024an

Pênc welatî yên xelkê Ciwanro yê bi navên Yasîn Ezemî, Omîd Xakî, Eyub Bedrî, Peyman Weysî, Enoşîrwan Hûşengî di çend rojên borî de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 8ê Çileya 2024an hêzên Wezareta Îtilaatê li bajarê Ciwanro yê, êrîşî malên herî kêm 4 welatiyên bi navên Yasîn Ezemî, Omîd Xakî, Eyub Bedrî, Enoşîrwan Hûşengî  kiriye û ev welatiyene girtine.

Herwiha roja Sêşemiyê  9ê Çileya 2024an hêzên Wezareta Îtilaatê Peyman Weysî jî girtiye.

Hengaw agahdarbûye ku girtina wan welatiyane bi awayekî hovanê bûye û piştî binçavkirinê girtî ji bo girtîgeha Meydan Neft ya Îtilaatê li Kirmanşanê hatine veguhestin

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar her pênç girtî bi tohmeta hevkarî û endametî di komên Selefî de hatine girtin û lipeyketina malbatan jî ji bo agahdarbûn li rewşa girtiyan bi encam bûye.

Hengawê roja Înî agahdariyek belav kiribû ku Îtilaata Kirmanşanê  calakvanên olî agahdar kiriye ku mafê derçûnê li bajer bo derve nînin û egera girtina wan çalakvane heye.


Di vî warî de zêde bixwînin