Girtiyekî Kurd di girtîgeha Çûbînder a Qezwînê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Filît Abidî" û xelkê bajarê Urmiyê ku berê

12 January 2024 11:43

 

Hengaw; înê 11ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Filît Abidî" û xelkê bajarê Urmiyê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Qezwînê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 11ê Çileya 2024an, girtiyekî Kurd ê bi navê "Filît Abidî" yê temen 55 salî û xelkê gundê "Berasipî" yê ser bi navçeya Soma û Biradosta Urmiyê di girtîgeha navendî (Çûbînder) a Qezwînê de hate darvekirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Filît Abidî sê sal beriya niha li Qezwînê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Qezwînê ve bi tohmeta hilgirtina 3 kg madeyên hişber, bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê han, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin