Sê kolber li ser sînorên Banê û Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine birîndarkirin

Kolberekî temen 18 salî yê bi navê Mihemd Reşîdpûr li ser sînorê Banê û Ekber Raznehan û Dilawer

12 January 2024 18:15

 

Hengaw; Înê 12ê Çileya 2024an

Kolberekî temen 18 salî yê bi navê Mihemd Reşîdpûr li ser sînorê Banê û Ekber Raznehan û Dilawer Feramerzî yên xelkê bajarê Pawê li ser sînorê Newsûdê, bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Pêncşemî 11ê Çileya 2024an, Ekber Raznehan û Dilawer Feramerzî, du kolberên xelkê gundê "Tîn"ê yê girêdayî bajarê Pawê, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Ekber Raznehan, lingê wî şikestiye û Dilawer Feramerzî jî, ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bûye.

Herwisa roja Çarşemî 10ê meha Çileyê jî, kolberekî temen 18 salî yê bi navê Mihemed Reşîdpûr, li sînorê "Kendesûr" ê vî bajarî bi gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bibû.

Ev sê kolberên han ji ber kûrbûna birînên xwe ji bo tedawiyê bo navendên dermanî yên Pawê û Banê hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin