Heft kolber li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine birîndarkirin

Parsa Zulfeqarî, Hadî Mensûrî û Burhan Rehîmî, sê Kolberên xelkê bajarê Rewanserê û Ekb

13 January 2024 13:24

 

Hengaw; Şemî 13ê Çileya 2024an

Parsa Zulfeqarî, Hadî Mensûrî û Burhan Rehîmî, sê Kolberên xelkê bajarê Rewanserê û Ekber Raznehan, Dilawer Feramerzî, Ekber Feramerzî û Erkan (paşnavê wî nediyar e) yên xelkê gundê "Tîn"ê yê girêdayî bajarê Pawê li ser sînorê Newsûdê ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 11ê Çileya 2024an, sê kolber li encama gullereşndina rasterast a hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê Newsûdê, bi çekên saçmeyî hatine birîndarkirin.

Nasnameya her sê kolberan bi navên Parsa Zulfeqarî, Hadî Rehîmî û Burhan Mizeferî yên xelkê bajarê Rewanserê ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin ku ji aliyê lingên xwe ve ketine ber bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê.

Herwisa êvareya heman rojê, Ekber Raznehan, Dilawer Feramerzî, Ekber Feramerzî û Erkan (paşnavê wî nediyar e) yên xelkê gundê Tînê, bi sedema teqekirina rasterast a hêzên sînorî li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin û bo navendên dermanî yên Pawê hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin