Serdeşt; Serbazekî di binkeya Ertêşê de dawî bi jiyana xwe anî

Serbazekî Kurd yê xelkê bajarê Tikabê yê bi navê “Eşkan Rehîmî” di dema derbaskiri

13 January 2024 16:07

 

Hengaw; 13ê Çileya 2024an

Serbazekî Kurd yê xelkê bajarê Tikabê yê bi navê “Eşkan Rehîmî” di dema derbaskirina dewra bi zorê ya serbaziyê de, di yek ji binkeyên leşkerî yên Ertêşa Komara Îslamî ya Îranê de li Serdeştê hewla xwekuştinê da û canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 12ê Çileya 2024an, “Eşkan Rehîmî” yê xelkê Tikabê di yek ji binkeyên leşkerî yên Ertêşa Komara Îslamî ya Îranê de li Serdeştê hewla xwekuştinê da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev serbazê Kurd bi teqeya çeka rêkxistinkirî ya Ertêşê dawî bi jiyana xwe aniye.

Zanyariyên derbarê sedemên rengehiya xwekuştina vî xortê Kurd ji aliyê Hengawê ve di bin lêkolînê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin