Bidarvekirina du girtiyan li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê

Du girtiyên Kurd ên bi navê “Hadî Nezerî û Elî Mîrî” yên xelkê Hersîna Kirmaşanê ku berê bi tohmeta pêwen

14 January 2024 12:57

 

Hengaw; Yekşemî 14ê Çileya 2024an

Du girtiyên Kurd ên bi navê “Hadî Nezerî û Elî Mîrî” yên xelkê Hersîna Kirmaşanê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hatine darvekirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibeha roja Yekşemî 14ê Çileya 2024an, herî kêm du girtiyên Kurd yên bi navên “Hadî Nezerî û Elî Mîrî” yên xelkê bajarê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisara Kerecê hatine darvekirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev du girtî du sal berî niha li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên Întizamî ve hatibûn girtin û di dosyayeke hevbeş de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyên ser bi hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin