Bidarvekirina şeş girtiyan li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê

Bi eşkerebûna navê çar girtiyên dinê yên bi navên Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Elî Ek

14 January 2024 22:56

 

Hengaw; Yekşemî 14ê Çileya 2024an

Bi eşkerebûna navê çar girtiyên dinê yên bi navên Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Elî Ekber Muradiyan û Emîr Husên Melekî, hejmara girtiyên ku sibêdeha îro hatine darvekirin giha bi 6 kesan. Hengawê beriya niha ji darvekirina du girtiyên dinê yên bi navên Hadî Nezerî û Elî Mîrî nûçeyek weşandibû. Di heyama du hefteyên derbasbûyî de 19 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin. 

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 14ê Çileya 2024an, herî kêm şeş girtiyên Kurd yên bi navên "Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Emîr Husên Melekî, Elî Ekber Muradiyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî” ku yên xelkê bajarên Kirmaşanê, Hersîn û Sehnê li girtîgeha navendî ya Kerecê hatine darvekirin.

Ev şeş girtiyên han, beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerercê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van şeş girtiyan di medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama du hefteyên borî de (ji destpêka meha Çileyê ve), aliyê kêm 19 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin