Çar kolber ku sê ji wan zarok in li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

Di heyama rojên derbasbûyî de 4 kolber ku 3 ji wan zarok in, yên bi navên Nebî Weysî, A

15 January 2024 16:57

 

Hengaw; Duşemî 15ê Çileya 2024an

Di heyama rojên derbasbûyî de 4 kolber ku 3 ji wan zarok in, yên bi navên Nebî Weysî, Areş Kerîmî, Nevîd Eizemî û Salar Muradî di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast û bi lêdana keviran ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 14ê Çileya 2024an, du kolberên temen 16 salî û xelkên bajarê Ciwanroyê yên bi navên Areş Kerîmî û Nevîd Eizemî di dema kolberiyê de rastî hêzên sînorî li ser sînorê Newsûdê hatine û ev kolberane dane ber keviran û hatine birîndarkirin.

Ev du kolberên han ku ji aliyê serên xwe ve bi giranî birîndar bûne ji bo tedawiyê bo navendên dermanî yên Newsûdê hatine veguhestin.

Di heman rojê de, nûciwanekî dinê yê bi navê Salar Muradî yê temen 17 salî û xelkê navçeya Şaho ya girêdayî bajarê Rewenserê di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên sînorî ji aliyê pişta xwe ve hate birîndarkirin. Ev kolberê han bi çeka saçmeyî hatibû armanckirin.

Ji aliyeke dinê ve, êvareya roja Çarşemî 10ê meha Çileyê jî, kolberekî 27 salî yê bi navê Nebî Weysî û xelkê bajarê Ciwanroyê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî bi giranî hatibû birîndarkirin. Ev kolberê han xîzandar û bavê zarokekê ye, û navbirî ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhestin û di bin lênêrîna taybet a pizîşkî de ye.

 


Di vî warî de zêde bixwînin