Girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê di girtîgeha Hemedanê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ekrem Kerîmpûr û xelkê bajarê Seqizê ku beri

16 January 2024 16:37

 

Hengaw; Sêşemî 16ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ekrem Kerîmpûr û xelkê bajarê Seqizê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû. Navbirî bîstemîn welatiyê Kurd e ku di destpêka sala 2024an de li Îranê hatiye darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, girtiyekî xekê Seqizê yê bi navê Ekrem Kerîmpûr ê temen 40 salî di girtîgeha navendî ya Hemedanê de hate darvekirin. Navbirî roja Yekşemî tevî du zilamên dinê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Ekrem Kerîmpûr sê sal beriya niha li Hemedanê hatibû girtin û ji aliyê Dedgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan.Sizayê darvekirina Husên Behremend ê xelkê navçeya Rebetê yê ser bi bajarê Serdeştê û yek ji hevdosyeyên vê girtiyê jî, di 9ê Cotmeha 2023an de li girtîgeha Hemedanê hatibû cîbicîkirin.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nenaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de herî kêm 151 welatiyên Kurd hatibûne darvekirin û di 16 rojên destpêkê sala 2024an de jî aliyê kêm 20 welatiyên Kurd hatine darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin