Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate girtin

Selah Osmanî, welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Xirape" yê girêdayî bajarê Pîranşarê û rûniştiyê vî

16 January 2024 18:32

 

Hengaw; Sêşemî 16ê Çileya 2024an

Selah Osmanî, welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Xirape" yê girêdayî bajarê Pîranşarê û rûniştiyê vî bajarî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala Selah Osmanî yê welatiyê 45 salî û xelkê bajarê Pîranşarê kirin û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî girtine û bo cihekî nediyar veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehî di dema girtina Selah Osmanî de, dest danîne ser kelûpelên elektironî yên vî welatiyê û malabata wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê ti zanyariyek li ber dest nîne.

Hêjayê gotine ye ku, Selah Osmanî di meha Tebaxa sala 2021an de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî çend rojan bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin