Çar kolber li ser sînorên Banê û Newsûdê hatine birîndarkirin

Nasih Muradî û Umîd Ehmedî, kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê, Muradî (navê wî yê bi

17 January 2024 16:20

 

Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Nasih Muradî û Umîd Ehmedî, kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê, Muradî (navê wî yê biçûk nediyar e) yê xelkê Seqizê û Sebah Ehmediyan yê xelkê Sine ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 15ê Çileya 2024an, Sebah Ehmediyan yê temen 37 salî û xelkê bajarê Sine li ser sînorê “Hengejale” yê girêdayî Banê di encama derbeyên qundaxa tifengê û putinên Hêzên Sînorî de ji aliyê ser û milê xwa ve bi dijwarî hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Sebah Ehmediyan digel sê kolberên dinê ku nasnameya wan ji aliyê Hengawê ve di bin lêkolînê de ye piştî gefên Hêzên Sînorî xwa ji çiya re avêtine xwarê.

Herwiha roja Yekşemî 14ê Çileya 2024an, Muradî (navê wî yê biçûk nediyar e) yê xelkê bajarê Seqizê û temen 28 salî li ser sînorê “Hengejale” yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî ji aliyê pêyê xwe ve hate birîndarkirin

Ji aliyek dinî ve Nasih Muradî û Umîd Ehmedi du kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi gulleyên saçmeyî yên Hêzên Sînorî ji aliyê dest û pişt ve hatine birîndarkirin û her du kolber ji bo tedawiyê bo navendên dermanî hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin