Girtiyekî Kurd di girtîgeha Kirmanşanê de hate darvekirin + Amar

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Hebîb Derwîşî ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar

17 January 2024 16:27

 

Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Hebîb Derwîşî ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Kirmanşanê de bi rê ve çû. Di destpêka sala 2024an ve heya niha 21 girtiyên Kurd hatine darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Hebîb Derwîşî yê xelkê Fîruzavaya Kirmaşanê yê temen 43 salî di girtîgeha navendî ya Kirmanşanê de bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Hebîb Derwîşî çar sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. 

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka meha Çileyê ve, aliyê kêm 31 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin ku ji vê hejmarê 21 ji wan kesane Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin