Girtiyekî Kurd di girtîgeha navendî ya Îlamê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Muhsên Mêhrî ku beriya niha bi tohmeta "kûştina bi zanebûn" bi î

17 January 2024 17:44

 

Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Muhsên Mêhrî ku beriya niha bi tohmeta "kûştina bi zanebûn" bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Îlamê de bi rê ve çû. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, Muhsên Mêhrî, xelkê bajarê Îlamê di girtîgeha navendî ya vî bajarî de hate darvekirin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Muhsên Mêhrî, pênc sal beriya niha bi tohmeta kuştina birayê xwe di encama şer û pevçûnekî de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. 

Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka meha Çileyê ve (16 roj) aliyê kêm 32 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin ku 22 kes wate (%69) ji gelempera wan girtiyan welatiyên Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin