Rêbaz Mihemedî Muqedem ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hate girtin

Di berdewamiya menca girtina welatiyên Kurd ên Pîranşarê de, welatiyekî xelkê Pîranşarê yê bi nav

17 January 2024 19:28

 

Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Di berdewamiya menca girtina welatiyên Kurd ên Pîranşarê de, welatiyekî xelkê Pîranşarê yê bi navê Rêbaz Mihemedî Muqedem ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin. Di rojên derbasbûyî de herî kêm 3 welatiyên vî bajarî hatine binçavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 15ê Çileya 2024an, welatiyekî ciwan ê bi navê Rêbaz Mihemedî Muqedem di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar ji nêzî vê malbatê, ev ciwanê temen 22 salî bi êrîşkirina hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala van hatiye girtin û hevdem van hêzane dest danîne ser telefona navbirî û dayîk û bavên wî yên bi temen jî.

Rêbaz Mihemedî Muqedem, piştî girtinê bo cihekî nediyar hatiye veguhestin û lipeyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji qedera wî heta niha bê encam maye. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast  derbarê tohmetên li dijî vî welatiyê hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.

Di heyama rojên derbasbûyî de herî kêm 2 welatiyên dinê yên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Bêhzad Mihemedî û Selah Osmanî ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin