Girtîgeha Urmiyê; Di hewleke xwekuştinê de girtiyekî canê xwe ji dest da

Girtiyekî xelkê Urmiyê yê bi navê “Emîr Şehbazî” ku berê ji aliyê Dezgeha Dadw

17 January 2024 22:18

 

Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Girtiyekî xelkê Urmiyê yê bi navê “Emîr Şehbazî” ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi birêna tiliyan hatibû sizadan, di hewleke xwekuştinê de li girtîgeha navendî ya Urmiyê canê xwe ji dest da. Îro tevahiya hêlên pêwendîgirtinê yên benda jinan û mêran li girtîgeha Urmiyê hatibûne qutkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha Çarşemî 17ê Mijdara 2024an, girtiyekî Kurd ê bi navê Emîr Şehbazî yê 37 salî û xelkê bajarê Urmiyê, di odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê de ji rêya xwarina heban ve hewla xwekuştinê da û ji ber direng veguhastinê bo navendên dermanî jiyana xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Emîr Şehbazî roja borî bi fermana berpirsên girtîgeha Urmiyê û bi hênceta “peydakirina telefonê li cem wî” bo odeya takekesî hatibû veguhastin. VÎ girtiyê han roja borî hişdarî dabû ku ger wî ji bo odeya takekesî vebiguhezînin dê dawiyê bi jiyana xwe bîne.

Emîr Şehbazî 7 sal berî niha hatibû girtin û piştre ji aliyê dadgeha Urmiyê ve bi tohmeta “diziyê” bi birîna çar tiliyên destê çepê yên wî hatibû sizadan.

Hengaw agehdar bûye ku, piştî wê ku vî girtiyê hewla xwekuştinê daye, tevahiya hêlên pêwendîgirtinê li bendên jinan û mêran li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine qutkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin