Îlam; Sasan Çemenara yê hunermendê Kurd car din hate girtin

Sasan Çemenara, hunermendê Kurd yê xelkê Îlamê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin

17 January 2024 22:37


Hengaw; Çarşemî 17ê Çileya 2024an

Sasan Çemenara, hunermendê Kurd yê xelkê Îlamê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi girtîgehê hatibû sizadan, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve carek din hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîveroya roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala Sasan Çemenara ji hunermendê Kurd ê rûniştiyê Îlamê kirine û navbirî binçav kirine û ji bo girtîgeha vê saziyê hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê di dema girtina navbirî de dest danîne ser hin kelûpelên elekteronîkî yên wî û hewla vekolîna odeya xwîşka wî jî dane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî Sasan Çemenara hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.

Sasan Çemenara yê hunermendê xelkê Îlamê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li rêkefta 7ê Cotmeha 2022an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştî midehekê ji alliyê Taya 29 a Dedgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Seyîd Elî Mezlûm bi pênc sal girtîgehê hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin