Nexede;Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Du welatiyên Kurd yên xelkê Nexedê yên bi navê Ezîz Halxalî û Xelîl Resûlzade ji aliyê hêzên ewlehî yên

18 January 2024 11:10

Hengaw; Pêncşemî 18ê Çileya 2024an

Du welatiyên Kurd yên xelkê Nexedê yên bi navê Ezîz Halxalî û Xelîl Resûlzade ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, Xelîl Resûlzade yê temen 36 salî û xelkê gundê "Şawele" yê ser bi bajêrê Nexedê û Ezîz Halxalî rûniştiyê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Ezîz Halxalî ku bavê du zarokan e û Xelîl Resûlzade yê temen 36 salî demjimêr 4ê sibêdehê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî di malên xwa de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Du welatiyên Kurd piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin ji bo cihekî nediyar hate veguhestin û
lipeyketina malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin