Hemedanê; Girtiyekî Kurd hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Celîl Silêmanî û xelkê bajarê Kengawerê ku beriya niha bi tohmeta pê

18 January 2024 11:54

Hengaw; Pêncşemî 18ê Çileya 2024an


Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Celîl Silêmanî û xelkê bajarê Kengawerê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina Celîl Silêmanî yê xelkê bajarê Kengawerê û rûniştiyê gundê Tûyserkanê di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû. Navbirî roja Yekşemî ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhestin.


Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Celîl Silêmanî sê sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.


Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin