Girtîgeha Qizilhisar; Ji ber xemsariya berpirsên girtîgehê girtiyekî canê xwe ji dest da

Girtiyekî xelkê Koyeşt yê bi navê “Xasmurad Seîdî” ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû si

18 January 2024 12:09

Hengaw; Pêncşemî 18ê Çileya 2024an


Girtiyekî xelkê Koyeşt yê bi navê “Xasmurad Seîdî” ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, bi sedema pêranegihîştina pizîşkî di girtîgeha Qizilhisarê ya Kerecê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 16ê Mijdara 2024an, “Xasmurad Seîdî” yê 60 salî û xelkê gundê Serterhan yê ser bi navçeya Gerawenda Koyeştê, ji ber direng veguhastin bo navendên dermanî û nebûna lênihêrîna pizîşkî di girtîgeha Qizilhisarê ya Kerecê de jiyana xwe ji dest da.


Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgeha Qizilhisarê sedema mirina vî girtiyê "celteya dil" ji malbata navbirî re dane zanîn.

Li gorî gotina keseke nêzî wî gitiyê, Xasmurad Seîdî piştî ku rewşa tendirustiya vî xirab dibe di halekê de pêwîstî bi veguhastina lezgîn bo navendên demanî hebû, di beşa tendirustya girtîgehê de hatibû ragirtin.

Hêjayî gotinê ye ku Xasmurad Seîdî du sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin