Gulale Wetendost a parêzera Kurd bi 6 sal û 7 meh girtîgehê hate sizadan

Gulale Wetendost ji parêzera paye yek a Dadgehê û çalakvana naskirî ya mafê jinan li Merîwanê, ji

18 January 2024 21:50

Hengaw; Pêncşemî 18ê Çileya 2024an

Gulale Wetendost ji parêzera paye yek a Dadgehê û çalakvana naskirî ya mafê jinan li Merîwanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 6 sal û 7 meh û 20 roj girtîgehê hate sizadan. Navbirî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Gulale Wetendost, ji parêzera paye yek a Dadgehê li Merîwanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmetên "propagende li dijî hikûmetê, hewldan li dijî ewlehiya netewî û endama girûpên dijber", bi 6 sal û 7 meh û 20 roj girtîgehê hate sizadan.

Hengaw agehdar bûye ku, kombûna dadgehîkirina wê di dawiya meha Xermanan Rojî ya îsal de bi rê ve çûye û sizayê navbirî ji bo pêdaçûnê bo Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Sinê hatiye şandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Gulale Wetendost roja Duşemî 3ê Cotmeha 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sinê hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Gulale Wetendost ji parêzerên paye yek a dadgehê û yek ji wan çalakvanan e ku di heyama salên borî de di warê mafê jinan û mafê zarokan de çalakî hebûye.


Di vî warî de zêde bixwînin