Bokan; Girtina sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Sê welatiyên Kurd li bajarê Bokanê yên bi navên Nasir Elîpûr, Rêbwar Kohgerd û Aram Sebzî ji aliyê hêzên e

19 January 2024 13:17

 

Hengaw; Înê 19ê Çileya 2024an

Sê welatiyên Kurd li bajarê Bokanê yên bi navên Nasir Elîpûr,  Rêbwar Kohgerd û Aram Sebzî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 18ê Çileya 2024an, Nasir Elîpûr yê xelkê gundê Daşbend yê ser bi bajarê Bokanê û  Rêbwar Kohgerd yê rûniştiyê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin.

Êvariya roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, Aram Sebzî yê temen 30 salî û xelkê Bokanê di mala xwe de  ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.


Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, girtina wan sê welatiyane bi awayekî hovane bûye û hêzên Îtilaatê di dema girtina van welatiyan de, dest danîne ser hin kelûpelên wan yên elekteronîkî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên li dijî girtiyên hanê hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.a


Di vî warî de zêde bixwînin