Pênc kolber li ser sînorê Banê û Newsûdê hatine birîndarkirin

Pênc kolber ku nasnameya çar ji wan yên bi navên “Cewher Muradî, Hemîd Ehmedî, Idrîs Îsmayîlî û

20 January 2024 11:03

Hengaw; Şemî 20ê Çileya 2024an

Pênc kolber ku nasnameya çar ji wan yên bi navên “Cewher Muradî, Hemîd Ehmedî, Idrîs Îsmayîlî û Yehya (paşnavê wî nediryar e) hatiye eşkerekirin ku li ser sînorên Banê û Newsûdê yê girêdayî bajarê Pawê bi gullereşandina rasterast û herwiha bi lêdan û kutanê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, kolberek bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li sînorê Newsûdê hate birîndarkirin. Nasnameya vî kolberê 60 salî ji aliyê Hengawê ve di halê lêkolînê de ye.

Beriya vê yekê jî, roja Sêşemî 16ê Çileyê, kolberê bi navê Yehya (paşnavê wî nediyar e) li ser sînorê Newsûdê yê ser bi bajarê Pawê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin.

Hevdem, roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, Idrîs Îsmayîlî yê temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin. Ev kolberê han piştre, ji aliyê van hêzane ve rastî lêdan û kutaneke dijwar hat.

Idrîs Îsmayîlî ku bavê zarokekê ye, di demekê de ku ji ber birînên xwe nedikarî hereketê bike û herwisa bi tinê hatibû hêştin, di dawiyê de ji aliyê xelkê navçeyê ve bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin. Rewşa tendirustiya wî xirab hatiye ragihandin.

Herwisa êvareya Yekşemî 14ê Çileyê jî, du kolberên xelkê Seqizê yên bi navên Cewher Muradî yê 28 salî û Hemîd Ehmedî yê 23 salî li ser sînor "Hengejale" yê ser bi Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî hatibûne birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin