Rapora amarî: Birêveçûna sizayê darvekirinê li Îranê di heyama sala 2023an de

Pêka amar û belegeyên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengaw

20 January 2024 12:27

 

Hengaw; Şemî 20ê Çileya 2024an

Pêka amar û belegeyên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2023an de aliyê kêm birêveçûna sizayê darvekirina 829 girtiyan di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin ku sizayê şeş kes ji wan di nav kombûna xelkê de bi rê ve çûye. Herwisa di sala borî de aliyê kêm 22 jin û pênc zarokên tawanbar di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.

Ev amare pêka sala 2022an ku sizayê 540 girtiyan di wê salê de li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatibûne tomarkirin, 289 halet li hemberî %53.5 zêde kiriye. Ev darvekirinane di 31 parêzgehên Îranê de hatine kirin û zêdetirîn amara darvekirina girtiyan li parêzgeha Elborzê hatiye tomarkirin ku 166 halet in.

Ji gelempera 829 girtiyên ku birêveçûna sizayê wan ê darvekirinê ji aliyê Hengawê ve hetiye tomarkirin heta niha nasnameya tevaw a 679 kes ji wan ji bo Hengawê eşkere bûye û nasnameya 151 kes ji wan jî li ber dest nîne.

 

Ev rapore ji neh beşên cuda û hatiye amadekirin;

Beşa yekem: Veqetandina girtiyên darvekirî pêka sizayên wan

Beşa duyem: Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên siyasî û mezhebî

Beşa sêyem: Derbarê darvekirina zarokên tawanbar

Beşa çarem: Bi mijara darvekirina jinan re

Beşa pêncem: Veqetandin li gorî kêmîneyên netewî û qewmî

Beşa Şeşem: Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên Kurd

Beşa Heftem: Derbarê darvekirina girtiyên Belûç

Beşa heştem: Derbarê birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên Efxanî

Beşa nehem: Veqetîna sizayê darvekirinê li gorî parêzgehan

Beşa dehem: Derbarê darvekirina di nav xelkê de

Beşa yazdehem: Encama giştî

 

Veqetandina darvekiriyan pêka tohmetan

Pêka amar û belegeyên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mavê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2023an de, zêdetirîn darvekirin pêwendîdar in bi kesanekê re ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatine sizadan. 56 ji sedî ji haletên ku di sala borî de ku beranberî 464 haletan e bi tohmetên madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.
 

Madên hişber: 464 kes wate 56 ji sedî ji gelempera haletan.

Çalakvanên siyasî û olî: 31 kes wate %4 ji gelempera haletan.

Kuştina bi zanebûn: 294 kes wate %35 ji gelempera haletan.

Destdirêjiya seksî: 24 kes wate %3 ji gelempera haletan.

Diziya çekdarane: 6 kes wate %1 ji gelempera haletan.

Nediyar: 10 kes wate %.1 ji gelempera haletan.

 

Birêveçûna sizayê darvekriina 31 girtiyên siyasî û olî di sala 2023an de

Di heyama sala 2023an de aliyê kêm 31 girtî ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên çalakiyên siyasî, olî û tohmetên wek “seb nebî” hatibûne sizadan li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin.

Pêka vê raporê 11 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî, 6 kes bi tohmeta sîxurîkirin bo welatên bîhanî, 6 kes ji ber beşdarîkirin di tevgera Jin Jiyan Azadî de, 2 kes bi tohmeta beşdarîkirin di xwenîşandana Xezelwera 1398an a Rojî de û 2 kes jî bi tohemat “seb nebî” û du kes ji wan jî hevwelatiyên Efxanî ne ku bi hilgirtina çekê di Şahçiraxa Şîrazê de hatine darvekirin.

 

Darvekirina pênc zarokên tawanbar di sala 2023an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de 5 zarokên tawanbar di girtîgehên “Xuremava (2 halet), Çabihar, Sebzawer û Qizilhisara Kerecê hatine darvekirin ku ev pênc girtiyane dema ku sûc kirine zarokên di bin 18 saliyê de bûne û heta yek ji wan yê bi navê Hemîd Azerî di dema birêveçûna sizayê wî de 17 salî bûye.

Konvansiyona mafê zarokan a Saziya Navnetewî ku ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve hatiye wajo û pejirandin, bi eşkere mafê bingehîn ê zarokan misoger dike û qedexeya bikaranîna sizayên tund yan bêrehmane ji wan îdamê ji bo zarokên bin 18 salî li xwe digire û bi vî rengî I girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de herwisa sizayê darvekirina zarokên tawanbar bi  rê ve diçe.

Navê van pênc zarokan wiha ye:

1- Mihemed Cewad Ekberî yê temen 19 salî û xelkê bajarê Kohdeştê, roja 02ê Şibata 2023an li girtîgeha Parsîlon a bajarê Xuremavayê bi tometa madeyên hişber hate bidarvekirin. Dema ku siza bi ser de hatibû sepandin 16 salî bû.

2- Ebolfezl Beyat ê 20 salî û xelkê bajarê Rebet Kerîmê, di 27ê Îlona 2023an de bi tometa kuştina bi zanebûn li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin. Dema ku siza bi ser de hatibû sepandin 16 salî bû.

3- Elî Necefî yê xelkê bajarê Kohdeştê di 27ê Îlona 2023an de li girtîgeha Parsîlon a bajarê Xuremavayê bi tometa kuştina bi bizanebûn hate îdamkirin. Dema ku siza bi ser de hatibû sepandin 17 salî bû.

4- Hemîd Azarî yê 17 salî yê xelkê Sebzewarê di 24ê Mijdara 2023an de bi tohmeta kuştina bi bi zanebûnê li grtîgeha navendî ya Sebzewarê hate îdamkirin. Dema ku siza bi ser de hatibû sepandin 16 salî bû.

5-Adil Damenî yê 25 salî û xelkê Çabiharê, di 26ê Mijdara 2024an de bi tohemta kuştina bi zanebûnê li girtîgeha navendî ya Çabiharê hate îdamkirin. Dema ku siza bi ser de hatibû sepandin 16 salî bû.

 

Birêveçûna sizayê aliyê kêm 22 jin di sala borî de

Pêka vê raporê, di sala borî de aliyê kêm 22 girtiyên jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin ku beranberî %2.7 ji gelempera darvekiriyan di sala borî de ye.

Pêka belge û amara ku di Navenda Amarî ya Hengawê de hatiye tomarkirin, 15 kes (%68) ji jinên ku sala borî hatine darvekirin bi tohmetên kuştina bi zanebûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan. Jinek bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê û 3 jin bi tohmeta madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan û zanyariyek serast derbarê tohemtên sê jinên dinê ku sizayê wan bi rê ve çûbû ber dest nîne.

Herwisa zêdetirîn jin di girtgeha Destgird a Îsfehan û Bîrcendê de hatine darvekirin ku di her yek ji wan de 3 jin hatine darvekirin. Di girtîgeha Meşhed, Recayîşehra Kerecê û Kirmanê de jî her yek du jin û di girtîgehên Reşt, Zahidan, Qum, Kohnûc, Hemedan, Yasûc, Urmiye û Qizilhisarê de ango di her yek ji wan de jinek hatiye îdamkirin.

 

Hesibandina darvekiriyan li Îranê pêka kêmîneyên netewî 

Zêdetirîn girtiyên ku di sala 2023an de hatine darvekirin ji kêmîneyên netewî yên Belûç bûne ku 183 halet beranberî 22.8 ji sedî ji gelempera îdaman di sala borî de bûne. Herwisa 151 welatiyên Kurd beranberî 18.2 ji sedî ji tevahiya girtiyên di girîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Pêka vê raporê, 44 girtiyên Tirk, 48 girtiyên Lor û Lorên Bextiyarî, 28 girtiyên Efxanî, 27 girtiyên Gîlek, 9 Ereb, 3 Tirkmen û 2 girtiyên du nasnameyî jî di sala borî de li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin.

Herwsa ji gelempea girtiyên darvekirî 128 kes ji netewa Far in û zanyariyek serast derbarê nasnameya 155 girtiyên dinê li ber dest nîne.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên Kurd pêka sala borî %190 zêde kiriye

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di sala borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 151 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye ku ev amare pêka sala 2022an aliyê kêm 99 kes wate %190 zêde kiriye. Di sala 2022an de 52 girtiyên kurd hatine darvekirin.

Herwisa sala borî aliyê kêm 9 girtiyên siyasî yên Kurd hatine darvekirin ku beranberî 30 ji sedî ji gelempera îdaman e ku bi tohmetên çalakiyên siyasî û olî di tevahiya Îranê de sala borî hatine darvekirin.

Zêdetirîn girtiyên Kurd ku 88 kes (%58) ye bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne darvekirin. Herwisa 53 girtî bi tohmeta kuştina bi zanebûn, 9 girtî bi tohmetên çalakiyên siyasî û olî û girtiyek jî bi tohemta destdirêjiya seksî bi îdamê hatibûne sizadan û sizayê wan hate lidarxistin.

Di sala 2023an de zêdetirîn girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin ku 28 halet in. Li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê 20 girtî, girtîgeha navendî ya Kirmaşanê 18 girtî, girtîgeha navendî ya Kerecê 16 girtî, girtîgeha Parsîlûn a Xuremavayê 15 girtî, girtîgeha navendî ya Sinê 14 girtî, girtîgeha navendî ya Hemedanê 9 girtî, girtîgeha navendî ya Îlamê 7 girtî û li girtîgehên Erak û Selmasê her yek ji wan 4 girtî, li girtîgeha Seqizê 3 girtî û girtîgeha Reştê jî 2 girtiyên Kurd hatine darvekirin.

Herwisa di girtîgehên Erdebîl, Elîgoderz, Benderebas, Bîrcend, Xoyê, Dêzol, Zahidan, Şîraz, Şîrwan, Makû û Nexedê de her yek ji wan girtiyek Kurd hatiye îdamkirin.

 

Zêdetirîn amara îdamiyan di sala borî de hevwelatiyên Belûç bûne

Pêka vê raporê, di sala 2023an de aliyê kêm 183 hevwelatiyên belûç li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin.

Sala borî aliyê kêm sizayê şeş girtiyên siyasî yên Belûç, 3 jin û zarokek tawanbar jî li girtîgehên Komara îslamî ya Îranê hatiye birêvebirin.

Zêdetirîn girtiyên Belûç li sala borî ku 149 kes in bi tohemat madên hişber hatine darvekirin. Herwisa şeş girtiyên siyasî yên Belûç hatine îdamkirin û 27 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûnê û girtiyek jî bi tohemat destdirêjiya seksî hatine îdamkirin

 

Birêveçûna sizayê îdama 28 girtiyên Efxanî li girtîgehên Îranê

Pêka vê raporê di sala borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 28 girtiyên Efxanî yên xelkê Efxanistanê li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye.

Aliyê kêm 6 giriyên Efxanî bi tohmeta kuştina bi zanebûn, 2 girtî bi tohemat êrîşa çekdarane bo ser Şahçiraxa Şîrazê, 9 girtî bi tohmeta madên hişber û 2 girtî jî bi tohmeta destdirêjiya seksî hatine darvekirin.

 

Ji pêncan yekê îdamên sala borî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine kirin

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 166 kes di sê girtîgehên parêzgeha Elborzê yên wek Recayî Şehr, girtîgeha navendî ya Kerecê û Qizilhisarê de hatine darvekirin ku beranberî 20 ji sedî ji gelempera îdaman di sala borî de ye.

Piştî parêzgeha Elborzê zêdetirîn birêveçûna sizayê darvekirinê yên hatinî tomarkirin di girtîgehên Sîstan û Belûçistanê de bi 69 haletan e. Herwisa di girtîgehên parêzgeha Kirmanê de 68 halet, parêzgeha Fars 56 halet, parêzgeha Îsfehanê 50 halet, parêzgeha Xurasana Başûr 46 halet, parêzgeha Urmiyê 44 halet, parêgeha Loristanê 45 halet, parêzgeha Hormozganê 33 halet, parêzgeha Merkezî 23 halet, parêzgeha Hemedan 22 halet û parêzgeha Gîlanê, Xurasana Rezewî û Tewrê her yek ji wan 21 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Di parêzgehên Sine û Kirmaşanê de her yek ji wan 18 halet, parêzgeha Erdebîl 17 halet, parêzgeha Xûzistan 15 halet, Gulistan û Qezwîn her yek ji wan 12 halet, Qom 10 halet, Zencan 9 halet, Îlam û Kehgîlûye û Bûyerehmed her yek ji wan 7 halet, parêzgeha Yezd 6 halet û Xurasana Bakurî jî 4 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Pêka bege û amarên Hengawê, di girtîgehên parêzgeha Simanê de 2 haletên darvekirî hatine tomarkirin û kêmtirîn îdam li parêzgeha Tehran û Bûşehrê her yek ji wan haletek hatiye tomarkirin. Herwisa cihê du kes ji girtiyên îdamkirî nexuya ye.

 

Darvekirina 6 girtiyan di nav koma xelkê de

Pêka vê raporê, di sala 2023an de aliyê kêm 6 girtî ji wan du kes girtiyên Efxanî bûn ku bi tohemta êrîşa çekdarane bo ser Şahçiraxê hatibûne sizadan, di nav xelkê de hatine îdamkirin.

Ev 6 girtiyane ku di nav kombûna xelkê de hatine darvekirin li bajarên Şîraz (2 halet), Foladşehra Îsfehanê (2 halet) û li bajarên Benderdîlem û Merxaxê her yek ji wan haletek hatine îdamkirin.

 

Encam:

Hengaw li ser wê baweriyê ye ku siyaseta Komara Îslamî li hember binpêkirinên berfireh ên mafê mirovî, bi taybetî bi îdamkirina berfireh, tenê demekê dikare di asta navdewletî de were darizandin ku hûrdekarî û şêwazên cuda yên darvekirinan bi lêkolîna amarên tomarkirî yên van darvekirinan di pêwendiya girûpên cuda yên civakî de bê lipeyketin û çavdêrîkirin.

Ji ber wê yekê, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî hişyariya tundkirina mekanîzma serkutkarane ya darvekirinê li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî li Îranê, li ser wê bawerê ye ku civaka navdewletî û saziyên navdewletî li peywendiya digel şopandina binpêkirina mafê mirovî li cîhanê, divê li derbarê binpêkirina mafê mirovî ji rêya darvekirinê ve helwestên tundtir bigirine pêş.

Yek ji siyasetên Komara Îslamî ya Îranê li pêwendî digel parastina mekanîzma îdamê wekî alaveke serkutkirin, darvekirina bi komî ya hevwelatiyan e, ku bi hincetên cur bi cur ji wan hejarî, cudakariyên sîstematîk li ser bingeha etnîkî û herwisa nebûna rohnkarê ya Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî, bi awayekî bênav têne darvekirin. Saziyên navneteweyî neçar in ku encamên giran ên praktîkiyên xwe dereheq îdamên berfireh ên Komara Îslamî cî bi cî bikin û van îdaman di çarçoveya siyaseta kuştinê ya Komara Îslamî de polên bikin.


Di vî warî de zêde bixwînin