Birêveçûna sizayê darvekirina 800 girtiyan li heyam kêmtirî 8 mehan li Îranê

19 August 2025 14:23

Hengaw; Sêşemî 19ê Tebaxa 2025an

Li gorî Amar û Belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka sala 2025an ve heta niha 800 kes darve kirine. Ev tê vê wateyê ku her mehê bi awayekî navînî 100 kes hatine îdamkirin.

Di 8 mehên dawî de herî kêm 30 girtiyên siyasî û olî hatine darvekirin. Her di vê heyamê de, aliyê kêm 22 jin û zarokek li jêr navê "zarokên tawanar" li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Herwiha ji wan 800 girtiyên ku hatine darvekirin, 116 girtiyên Kurd, 107 girtiyên Lor, 92 girtiyên Belûç û 82 girtiyên Tirkên Azerî bûne.

Di vê heyamê de herî kêm 46 hevwelatiyên xelkê Efxanistanê jî hatine darvekirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, derheq zêdebûna darvekirinan li Îranê huşdariyê dide û daxwazê ji hemû saziyên medenî û mafê mirovî yên Îranî û navneteweyî dike ku li dijî van darvekirinan bertekên micid nîşan bidin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin