Rapora amarî ya Hengawê derbarê birêveçûna sizayê darvekirina 909 girtiyan li girtîgehên Îranê di sala 2024an de

12 February 2025 12:32

Hengaw; Çarşemî 12ê Şibata 2025an

Pêka amar û belgên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de, herî kêm sizayê 909 girtiyan li girtîgehên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê hatiye birêveçûn ku sizayê 4 kes ji wan di nav grseya xelkê de hatiye birêveçûn. Ji vê hejmarê sizayê 183 girtiyên Kurd û aliyê kêm 30 jin jî hatiye birêveçûn.

Heta niha nasnameya 860 kesî ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerekirin û nasnameya 49 kesên dinê di halê lêkolînê de ye.

Amarên Hengawê nîşan didin ku tenê 51 haletên darvekirinê di medyayên hikûmetî de hatine belavkirin. Herwiha 35 kes ji darvekiriyan bêyî mafê hevdîtina dawî bi malbatên xwe re hatine darvekirin.

Di amadekirina vê raporê de, ji bilî raporên taybet ên Hengaw û hevkarên me li hundurê Îranê, pêwendî bi malbatên gelek ji wan darvekiriyan re hatiye kirin û ji datayên çendîn saziyên mafê mirovî ku ji aliyê Hengawê ve têne pejirandin jî hatine bikaranîn. Hin zanyarî ku ji aliyê Hengawê ve nehatine piştrastkirin di vê raporê de nehatine guncandin. Ji ber nebûna rohnkariyan û metirsiyên berfireh ku di hêla eşkerekirina haletên darvekirinê de ji bo parêzvanên mafê mirovî û çalakvanên medenî hene, dibe ku ev amare wêneyek ne tevaw ji hejmara rastîn a darvekirinan li Îranê di sala 2024an de pêşkêş bike.

Ev rapore ji 14 beşên cuda yên bi nîşane û xişteyan pêk tê, û di berdewamiyê de jî dê behsa zanyariyên pêwendîdar bi haletên darvekirinê bê kirin.

Beşa yekem: Helsengandina amara darvekirinê di sala 2024 û 2023an de

Pêka amarên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2024an de herî kêm 909 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin ku li gorî sala 2023an, nêzî 80 halet beranberî ji %9.5 zêde kiriye. Di sala 2023an de, 829 halet ji birêveçûna sizayan hatiye tomarkirin.

Di sala 2024an de, birêveçûna sizayê 30 jin li hemberî 22 jin di sala 2023an de nîşanderê zêdebûna ji %36 di vî warî de ye. Herwisa di vê salê de darvekirina girtiyên Kurd pêka sala 2023an zêdebûneke wek 21 ji sedî hebûye û darvekirina girtiyên Tirk jî 120 ji sedî zêde kiriye.

Darvekirina girtiyên Efxanî jî di sala 2024an de pêka sala 2023an ji %161 zêde kiriye (ji 28 haletan di sala 2023an de bi 73 haletan di sala 2024an de bilind bûye). Herwisa di herdu salan de, sizayê darvekirina pênc zarokên tawanbar hatiye cîbicîkirin.

Beşa duyem: Cudakirina darvekirinan pêka tohmetên wan

Pêka amar û belgeyên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mavê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de, zêdetirîn darvekirin pêwendîdar in bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber. Herî kêm 52 ji sedî (475 halet) di sala borî de bi tohmeta madên hişber hatine darvekirin.

Madên hişber: 475 halet

Çalakvanên siyasî û olî: 13 halet

Destdirêjiya bi zorê: 18 halet

Kuştina bi zanebûn: 376 halet

Diziya çekdarane: 8 halet

Nediyar: 6 halet

Destdirêjiya bi zorê û kuştina bi qest: 1 halet

Gendelî li ser erdê: 5 halet

Miharibe û kuştina bi qest: 7 halet

 

Beşa sêyem: Birêveçûna sizayê darvekirina 13 girtiyên siyasî û olî di sala 2024an de

Di heyama sala 2024an de aliyê kêm 13 girtî ji wan 10 girtiyên siyasî û olî yên Kurd hatine darvekirin. Ev girtiyane bi tohmetên wek çalakiyên siyasî, olî, sîxurîkirin bo Îsraîlê û beşdarîkirin di tevgerên siyasî û civakî de yên wekî “Jin Jiyan Azadî” de bi darvekirinê hatibûne sizadan. Herwisa hin ji van girtiyane bi tohmetên “gendelî li ser erdê û pîlandarêjî bo kiryarên terorîstî” hatine darvekirin.

Navê girtiyên darvekirî bi vî rengî ye:

1. Dawûd Ebdulahî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 2ê Çileya 2024an de li girtîgeha Gizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

2. Mihemed Qubadlû, binçavkiriyê tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, di 23ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

3. Ferhad Selîmî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Seqizê di 23ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

4. Pejman Fetehî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Kamêranê, di 29ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

5. Muhsên Mezlûm, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 29ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

6. Vefa Azerbar, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Bokanê di 29ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

7. Mihemed Feramerzî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Dêwulanê di 29ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

8. Seîd (paşnavê wî nediyar e), di 3ê Adara 2024an de li Îsfehanê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê hate darvekirin.

9. Enwer Xizrî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 1ê Gulana 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

10. Xusrew Beşaret, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 1ê Gulana 2024an de li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate darvekirin.

11. Kamran Şêxe, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 25ê Tîrmeha 2024an de li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate darvekirin.

12. Riza Resayî, welatiyê Kurd û peyrewê ola Yarsan, di 6ê Tebaxa 2024an de li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate darvekirin.

13. Cemşîd Şermehd, girtiyê dualî yê Îranî-Almanî, di 28ê Cotmeha 2024an de li Tehranê hate darvekirin.

Beşa çarem: Darvekirina pênc zarokên tawanbar di sala 2024an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2024an de 5 zarokên tawanbar di girtîgehên “Miyanduav, Şîraz, Kirmaşan, Zahidan û Yezdê de hatine darvekirin. Ev pênc girtiyane di dema encamdana tawanê de temenê wan bin 18 saliyê bûye û sizayê darvekirinê ji bo wan hatibû derçûn.

Konvansiyona Mafê Zarokan a Saziya Navnetewî ku ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve hatiye wajo û pejirandin, bi eşkere mafê bingehîn ê zarokan misoger kiriye û qedexeya bikaranîna sizayên tund yan nemirovane ji wan darvekirin ji bo zarokên bin 18 salî li xwe digire û bi vî rengî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê herwisa sizayê darvekirina zarokên tawanbar tê birêveçûn.

Navê van pênc zarokan wiha ye:

1- Ramîn Seadet ê 20 salî û welatiyê Kurd ê xelkê Miyanduavê di 18ê Gulana 2024an de bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha Miyanduavê hate darvekirin. Navbirî dema encamdana tawanê 17 salî bûye.

2- Mehdî Cehanpûr ê temen 23 salî û welatiyê Lor ê xelkê bajarê Fîrûzava yê ser bi parêzgeha Farsê, li 16ê Îlona 2024an li girtîgeha Adilava ya bajarê Şîrazê bi tometa kuştina bi qest hate darvekirin. Navbirî dema encamdana tawanê 16 salî bûye.

3- Mehdî Berahûyî yê 21 salî û welatiyê Belûç û xelkê bajarê Xaşê di 9ê Cotmeha 2024an de li girtîgeha navendî ya Zahidanê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin. Navbirî dema encamdana tawanê 17 salî bûye.

4- Arvîn Qehrimanî, welatiyê Kurd ê Cihû yê xelkê Bokanê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê, li rêkefta 4ê Mijdara 2024an li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê bi tometa kuştina bi qest hate darvekirin. Navbirî dema encamdana tawanê 18 salî bûye.

5- Îsmayîl Barekzayî yê temen 18 salî û welatiyê Efxanistanê di 28ê Mijdara 2024an de li girtîgeha navendî ya Yezdê bi tometa kuştina bi qest hate darvekirin. Navbirî dema encamdana tawanê 17 salî bûye.

Beşa Pêncem: Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm 30 jin di sala 2024 de

Pêka vê raporê, di sala borî de aliyê kêm 30 girtiyên jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin ku beranberî ji %3.5 ji gelempera darvekiriyan di sala borî de ye. Hejmara van jinan pêka sala 2023an, aliyê kêm 8 halet zêde kiriye ku beranberî 38 ji sedî zêdebûnê nîşan dide.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amarî ya Hengawê de hatine tomarkirin, 17 jin (ji %57) ku sala borî hatine darvekirin bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûne sizadan û 13 jin (ji %43) bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwisa zêdetirîn jin li girtgehên parêzgeha Urmiye (5 halet) û Xurasana Başûr (4) halet) hatine darvekirin. Di parêzgehên Elborz û Xurasana Rezewî de her yek 3 haletên darvekirina jinan hatiye tomarkirin. Parêzgehên dinê jî haletên kêm hene ku di xişteya jêrîn de hatiye.

Aliyê kêm 9 jinên Tirk, 2 jinên Kurd, 2 jinên Belûç, 2 jinên Gîlek û jineke Lor di nava jinên darvekirî de ne.

Beşa şeşem: Cudakirina darvekiriyan li Îranê pêka kêmîneyên netewî

Pêka amarên Hengawê, zêdetirîn girtiyên ku di sala 2024an de hatine darvekirin ji kêmîneyên netewî bûne. 183 girtiyên Kurd (ji %20 ji gelempera darvekiriyan) 121 hevwelatiyên Tirk (ji %13) û 110 girtiyên Belûç (ji %12) di girîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Di vê salê de 75 hevwelatiyên Efxanistan û Iraqê, 60 girtiyên Lor, 31 girtiyên Gîlek, 12 Ereb, 6 Tirkmen û 4 girtiyên Sîstanî, 2 girtiyên “Tat” û 2 girtiyên “Hezare” li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Herwisa ji gelempera girtiyên darvekirî, 189 kes ji netewa Far bûne û zanyariyek serast derbarê netewe û etnîka 114 girtiyên dinê li ber dest nîne.

 

Beşa Heftem: Zêdebûna ji %21 ji darvekirina girtiyên Kurd pêka sala 2023an

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di sala 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 183 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn ku ev amare pêka sala 2023an aliyê kêm 32 kes beranberî (ji %21) zêde kiriye. Di sala 2023an de 151 girtiyên kurd hatine darvekirin.

Ji gelempera 183 girtiyên Kurd yên hatinî darvekirin, 10 girtî bi tohmeta çalakiyên siyasî û olî, ku bi giştî 77 ji sedî ji gelempera girtiyan e li Îranê di sala 2024an de hatine darvekirin. Ev yeka nîşan dide ku zext û serkutên siyasî zêdetir li dijî girtiyên siyasî yên Kurd e.

Bi giştî herî kêm 13 girtiyên siyasî û olî di tevahiya Îranê de li sala 2024an hatine darvekirin. Ji vê hejmarê 10 girtiyên Kurd tenê bi tohmetên çalakiyên siyasî û olî hatine darvekirin.

Ji gelempera girtiyên Kurd ku sizayê wan hatiye birêveçûn, 2 zarokên tawanbar (ku di dema encamdana tawanê de temenê wan jêr 18 saliyê bûye) û 2 kes jî jin bûne. Ev amare nîşanderê rewşa cihê nîgeraniyê ya mafê zarok û jinan di Îranê de ye ku herwisa rastî metirsiya birêveçûna sizayên tund tên.

Zêdetirîn girtiyên Kurd ku di sala 2024an de hatine darvekirin, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bûne ku hejmara van girtiyan digihe 50 haletan (beranberî ji %27 ji gelempera darvekiriyên Kurd). Piştî vê yekê, girtîgeha navendî ya Urmiyê bi 16 haletan û girtîgeha navendî ya Kerecê bi 15 haletan û girtîgehên Kirmaşan û Hemedan her yek bi 13 haletan di rêzên dinê de cih girtine.

Darvekirina girtiyên Kurd pêka girtîgehan wiha ye:

Girtîgeha Qizilhesar a Kerec: 50 halet

 Girtîgeha navendî ya Urmiye: 16 halet

Girtîgeha navendî ya Kerec: 15 halet

Girtîgehên Kirmaşan û Hemedan: Her yek 13 halet

Girtîgeha navendî ya Îlam: 11 halet

Girtîgeha Adilava ya Şîraz: 7 halet

Girtîgehên Miyanduav û Reşt: Her yek 6 halet

Girtîgeha navendî ya Mehabad: 5 halet

Girtîgeha navendî ya Erdebîl: 4 halet

Girtîgehên Nehawedn, Qezwîn, Sebzewar û Xuremava: Her yek 3 halet

Girtîgehên Seqiz, Selmas, Cîroft, Bîrcend, Îsferayn û Erdekan: Her yek 2 halet

Girtîgehên Yezd, Nexede, Melayir, Meşhed, Şîrwan, Qurwe, Sine, Kirman, Zencan, Dêlfan, Tewrêz, Benderebas û Îsfehan: Her yek 1 halet

Beşa heştem: Birêveçûna sizayê darvekirina 110 hevwelatiyên Belûç di sala 2024an de

Pêka vê raporê, di sala 2024an de aliyê kêm 110 hevwelatiyên belûç li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin ku beranberî ji %12 ji gelempera darvekiriyan di vê salê de ye. Ev amare pêka sala borî ku 183 girtiyên Belûç hatibûne darvekirin, daketineke berçav nîşan dide (beranberî ji %40 daketin, 73 halet).

Di sala borî de herî kêm sizayê darvekirina 2 jin û zarokek tawanbar ên Belûç di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn.

Zêdetirî 75.5 ji sedî ji girtiyên Belûç ku di sala 2024an de hatine darvekirin (83), bi tohemat madên hişber hatine darvekirin. Herwisa 27 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatine darvekirin.

Zêdetirîn amara darvekirina hevwelatiyên Belûç li girtîgehên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 29 haletan hatiye tomarkirin. Piştî vê yekê, parêzgeha Kirman bi 20 halet, parêzgeha Xurasana Başûr bi 18 haletan, Yezd bi 12 haletan, Elborz bi 9 halet û parêzgehên Hormozgan û Xurasana Rezewî her yek 5 halet hatine tomarkirin. Herwisa di parêgehên Fars, Gulistan, Îsfehan, Simnan û Zencanê de her yek haletek darvekirina girtiyên Belûç hatiye raporkirin.

Beşa Nehem: Zêdebûna 120 ji sedî ji darvekirina girtiyên Tirk di sala 2024an de

Pêka amarên Hengawê, di sala 2024an de herî kêm 121 girtiyên Tirk ji wan 9 jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin. Ev amare pêka sala borî ku 55 girtiyên Tirk hatibûne darvekirin, ji %120 zêde kiriye.

Ji gelempera 121 girtiyên Tirk ku hatine darvekirin, 68 kes bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, 50 kes bi tommetên kuştina bi qest û 3 kes bi tohmeta destdirêjiya seksî ya bi zorê bi darvekirinê hatibûne darvekirin.

Beşa dehem: Birêveçûna sizayê darvekirina 73 girtiyên xelkê Efxanistanê li girtîgehên Îranê

Pêka vê raporê, di sala 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 73 girtiyên Efxanî yên xelkê Efxanistanê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn ku beranberî ji %8 ji tevahiya amara darvekirinê li Îranê di heyama vê salê de ye. Ev amare pêka sala borî bi 45 haletan (beranberî ji %161 zêde kiriye) re hatiye rûbirûbûn. Di sala 2023an de herî kêm 28 girtiyên Efxanî hatibûne darvekirin.

Di heman salê de sizayê darvekirina girtiyekî Ereb û girtiyekî Kurd ê xelkê Başûrê Kurdistanê jî di girtîgehên Îranê de hetiye birêveçûn. Ev du girtiyane bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji gelempera 73 girtiyên Efxanî ku hatine darvekirin, 37 kes bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber, 30 kes bi tohmeta kuştina bi qest û 7 kes bi tohmeta destdirêjiya bi zorê ya seksî bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Beşa yazdehem: Cudakirina darvekiriyan pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di sala 2024an de sizayê darvekirina 909 girtî li 85 girtîgehên hilkeftî di 30 parêzgehên Îranê de hatiye birêveçûn. Zêdetirîn haletên darvekirinê di girtîgehên parêzgeha Elborzê de bi 174 haletan hatiye tomarkirin. Piştê vê yekê, girtîgehên parêzgeha Fars bi 94 haletan û girtîgehên parêzgeha Tewrêzê bi 65 haletan di rêzên dinê de ne.

Cudakirina hejmara darvekiriyan pêka parêzgehan wiha ye:

Parêzgeha Elborz: 174 halet

Parêzgeha Fars: 94 halet

Parêzgeha Tewrêz: 65 halet

Parêzgeha Îsfehan: 64 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 54 halet

Parêzgeha Urmiye: 41 halet

Parêzgeha Kirman: 39 halet

Parêzgehên Gîlan, Qezwîn û Xurasana Başûr: Her yek 31 halet

Parêzgeha Zencan: 30 halet

Parêzgeha Loristan: 29 halet

Parêzgeha Hemedan: 27 halet

Parêzgeha Yezd: 24 halet

Parêzgeha Qum: 23 halet

Parêzgeha Gulistan: 21 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 14 halet

Parêzgehên Îlam û Hormozgan: Her yek 12 halet

Parêzgeha Erdebîl: 11 halet

Parêzgehên Merkezî û Xûzistan: Her yek 10 halet

Parêzgeha Mazenderan: 8 halet

Parêzgeha Simnan: 5 halet

Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed, Sine û Xurasana Bakur: Her yek 4 halet

Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî: 2 halet

Nexuya: 2 halet

Parêzgeha Bûşêhr: 1 halet

 

Beşa duwazdehem: Darvekirina 4 girtiyan di nav grseya xelkê de

Darvekirin di nav qerebalixiya xelkê de binpêkirineke eşkere ya kirameta mirovî ye û divê bi tevahî ji nav civakên medenî bê rakirin. Komara Îslamî ya Îranê ji sizayên wiha wekî emrazeke siyasî bo dirustkirina tirs û xofê di nav civakê de bi kar tîne, ku ev yeka berevajiyê pirensîpên demokratîk e.

Pêka vê raporê, di sala 2024an de aliyê kêm 4 girtî di nav komên xelkê de hatine darvekirin. Nasnameya tevaw a van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn. Ev darvekirinane li bajarên Xumeyn (2 halet), Hemedan (1 halet) û Şahrûd (1 halet) hatine encamdan.

Beşa sêzdehem: Cudakirina darvekiriyan pêka mehên salê

Li gorî vê raporê, hejmara herî zêde ya darvekirinan di Cotmeha 2024an de bi 160 haletan hatiye tomarkirin. Di meha Îlonê de 135, di Mijdarê de jî 128 haletên darvekirinê hatine tomarkirin. Kêmtirîn haletên darvekirinê bi 8 haletan di meha Şibatê de hatiye raporkirin.

 

Beşa çardehem: Encam

Darvekirin di Komara Îslamî ya Îranê de netenê emrazek e bo cîbicîkirina sizayên tawanan, belkî emrazek e ji bo serkutkirina sîstematîk, çêkirina tirs û xofê û jinavbirina girûpên perawêzxistî. Siyasetên hikûmetî yên di çarçêveya darvekirinên berbelav de, bi taybetî li dijî kêmîneyên netewî, etnîkî û girûpên bêparkirî, belge ne li ser bikaranîna sizayên darvekirinê wek emrazekê bo bihêzkirina desthilatê.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê huşdarî dide ku:

Zêdebûna sizayê darvekirinê, bi taybetî di nav kêmîneyên Kurd, Tirk û Belûç de, nîşanderê zêdebûna serkuta hikûmetî li hemberî nerazîbûnên xelkî yên tevgera Jin Jiyan Azdî ye.

Darvekirina zarok û nûciwanan, darvekirina girtiyên siyasî û bikaranîna tohmetên nezelal ên wekî “miharibe” û “gendelî li ser rûyê erdê” ji bo tepeserkirina dijberan, mînakên eşkere yên cinayetên dijî mirovahiyê ne.

Di vê çarçêveyê de Hengaw ji civaka navdewletî, saziyên mafê mirovî û hikûmetên demokratîk dixwaze ku:

1- Dorpêçên armancdartir bixine ser karbidestên dadwerî û ewlehî yên cîbicîkarê sizayê darvekirinan.

2- Dosyeya darvekirinên berfireh li Îranê di saziyên navneteweyî yên wekî Şêwreya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî de lêkolîn bikin.

3- Ji bo malbatên qurbaniyên darvekirin û rizgarbûyên wan, bernameyên zêde yên piştevaniyê bêne pêşkêşkirin.

Hengaw li ser wê baweriyê ye ku civaka navdewletî erkdar e ku îdamên berfireh ên Komara Îslamî wekî beşek ji siyaseta tepeserkirin û kuştina sîstematîk bi fermî nas bike û di vî warî de karekî piraktîkî bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin