Rapora amarî; Di navîna sala 2024an de 266 girtî li Îranê hatine darvekirin

14 July 2024 12:08

Hengaw; Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an
 

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama navîna sala 2024an de (6 mehên destpêka sala 2024an), aliyê kêm birêveçûna sizayê darvekirina 266 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye tomarkirin. Herwisa di heman demê de aliyê kêm 72 girtiyên Kurd, 42 girtiyên Tirk, 32 girtiyên Belûç, 23 girtiyên Efxanî û 10 jin û zarokek tawanbar li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatin darvekirin.

Pêka vê raporê, Ji 266 girtiyên ku hatine îdamkirin, tenê 21 halet ku ji sedî 8ê wan bi fermî di medyayên hikûmetî û medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de hatine ragihandin û ji sedî 92ê van haletan jî nehatine medyayîkirin.

Ji 266 girtiyên ku birêveçûna sizayê darvekirina wan ji aliyê Hengawê ve hatiye tomarkirin, heta niha nasnameya tevaw a 259 ji wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 7 kesan jî di bin lêkolînê de ye.

 

Cudakirina darvekiriyan pêka tohmetan

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama 6 mehên destpêka sala 2024an de, zêdetirîn haletên hatinî darvekirin pêwendîdar bûne bi hin kesan ku bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan. 60 ji sedî ji kesên ku di şeş mehên derbasbûyî de hatinî îdamkirin beranberî 159 kesan, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.
 

Madên Hişber: 159 halet, beranberî %60 ji tevahiya haletan
Kuştina bi zanebûn: 90 halet, beranberî %34 ji tevahiya haletan
Çalakiyên siyasî û olî: 10 halet, beranberî: %3.5 ji tevahiya haletan
Diziya çekdarî: 5 halet, beranberî: %2 ji tevahiya haletan
Destdirêjiya tundûtîjî: 2 halet, beranberî: %.5 ji tevahiya haletan

 

Di şeş mehên destpêka sala 2024an de 10 girtiyên siyasî û olî hatine bidarvekirin

Ji destpêka meha Çileyê heta dawiya meha Hezîrana 2024an, herî kêm 10 girtiyên ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên çalakiyên siyasî û olî û bi tohmeta wekî sîxurîkirin bo Îsraîlê, bi darvekirinê hatibûne sizadan, di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.

Li gorî vê raporê, 4 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî, 4 kes bi tohmeta çalakiyên olî, kesek bi tohmeta sîxûriya ji bo Îsraîlê û kesek jî bi tohmeta beşdarîkirin di tevgera Jin Jiyan Azadî de bi darvekirinê hatine sizadan. Nasnameya wan jî wiha ne:;

 

1- Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 2ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
2- Mihemed Qubadlû, ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Tehranê, di rêkefta 23ê Çileya 2024an de, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
3- Ferhad Selîmî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê li rêkefta 23ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
4- Pêjman Fatihî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Kamêranê li rêkefta 29ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
5- Muhsên Mezlûm, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Mehabadê, li rêkefta 29ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
6- Wefa Azeriyan, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Bokanê, li rêkefta 29ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
7- Mihemed Feramerzî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Dêwulanê li rêkefta 29ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
8- Girtiyek bi navê Seîd bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê li rêkefta 3ê Adara 2024an, li Îsfehanê hate darvekirin.
9- Enwer Xizrî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, li rêkefta 1ê Gulana 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
10- Xisrew Beşaret, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê, li 1ê Gulana 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina zarokek û 10 jinan

Pêka belgên Hengawê, di heyama şeş mehên derbasbûyî de aliyê kêm zarokek tawanbar bi navê Ramîn Seadet ê xelkê Miyanduavê ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate darvekirin.

Herwiha di van şeş mehên derbasbûyî de herî kêm 10 jin li girtîgehên cuda yên Îranê hatine îdamkirin. 4 jin bi tohmeta kuştina bi qest û 6 jin jî bi tohmeta madên hişber hatin girtin û paşê bi darvekirinê hatibûne sizadan. Sizayê darvekirina 3 ji van jinan di girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî de hatiye cîbicîkirin.

 

Cudakirina haletên darvekirinê li Îranê li ser bingeha etnîkî û netewî

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, zêdetirîn girtiyên ku di şeş mehên derbasbûyî de hatinî darvekirin, Kurd bûne ku ev yeka pêkhatiye ji 72 halet beranberî 27 ji sedî ji gelempera darvekiriyan di şeş mehên derbasbûyî de. Herwisa 42 girtiyên Tirk û 32 girtiyên Belûç di heyama derbasbûyî de li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Pêka vê amarê, ji gelempera girtiyên hatinî darvekirin 44 girtî Fars bûne. Derbarê etnîka 28 girtiyên dinê zanyariyên serast ber dest nînin.

Girtiyên Kurd: 72 halet beranberî 27 ji sedî ji gelempera haletan
Girtiyên Tirk: 42 halet beranberî 16 ji sedî ji gelempera haletan
Girtiyên Belûç: 32 halet beranberî 12 ji sedî ji gelempera haletan
Girtiyên biyanî: 24 halet beranberî 9 ji sedî ji gelempera haletan
Girtiyên Lor û Lorên Bextiyarî: 12 halet beranberî 4.5 ji sedî ji gelempera haletan
Girtiyên Gîlek: 5 halet
Girtiyên Ereb: 3 halet
Girtiyên Tirkmen: 2 halet
Girtiyên kêmîneyên Hezare: 2 halet
Girtiyên bi etnîkên nexuya: 28 halet

 

Birêveçûna sizayê 24 girtiyên bîhanî

Pêka amarên Hengawê, di heyama şeş mehên destpêka sala 2024an de, aliyê kêm 23 girtiyên Efxanî li girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin. Girtiyekî Iraqî jî li yek ji girtîgehên Îranê de hatiye darvekirin.

Ji van 24 girtiyan 9 kes bi tohmetên kuştina bi zanebûn û 15 kes jî bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan. Piraniya van girtiyan ku pêkhatibûn ji 8 girtiyan, li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî hatine îdamkirin. Li girtîgehên parêzgehên Fars û Elborzê jî her yek 4 girtiyên biyanî tê de hatine darvekirin.

 

Cudakirina birêveçûna sizayê darvekirinê pêka parêzgehan

Li gor vê raporê, herî zêde girtiyên ku di şeş mehên destpêka îsal de li Îranê hatine darvekirin, di girtîgehên parêzgeha Elborzê de hatine darvekirin, ku 55 halet beranberî %20.5 ji gelempera amarê ye. Piştî wê jî herî zêde li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî bi 30 halet û parêzgeha Farsê bi 21 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Girtîgehên parêzgeha Elborzê: 55 halet
Girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî: 30 halet
Girtîgehên parêzgeha Fars: 21 halet
Girtîgehên parêzgeha Îsfehanê: 20 halet
Girtîgehên parêzgehên Urmiye û Tewrêz: Her yek ji wan 18 halet
Girtîgehên parêzgeha Zencan: 12 halet
Girtîgehên parêzgeha Kirman: 11 halet
Girtîgehên parêzgeha Hemedan: 9 halet
Girtîgehên parêzgehên Xurasana Başûr, Qezwîn û Erdebîl: Her yek ji wan 8 halet
Girtîgehên parêzgeha Qum: 7 halet
Girtîgehên parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Gulistan, Gîlan û Sîstan û Belûçistan: Her yek ji wan 5 halet
Girtîgehên parêzgeha Loristan: 4 halet
Girtîgehên parêzgehên Yezd û Merkezî: Her yek ji wan 3 halet
Girtîgehên parêzgeha Hormozgan: 2 halet
Girtîgehên parêzgehên Sine, Simnan, Xûzistan û Xurasana Bakur: Her yek ji wan 1 halet

 

 

 

 

 

 

 

 


Di vî warî de zêde bixwînin