Pîranşar; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Hamid Bêhrac

Hamid Bêhrac, ciwanê 20 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, çend roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên li bajarê Pîranşa

20 January 2024 15:29


Hengaw; Şemî 20ê Çileya 2024an

Hamid Bêhrac, ciwanê 20 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, çend roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên li bajarê Pîranşarê hatiye girtin û qedera wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 16ê Çileya 2024an, Hamid Bêhrac ê temen 20 salî û xelkê gundê "Serîn Çave" yê girêdayî bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê demjimêr 3ê sibê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala vî welatiyê Kurd kirine û ev binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Hamid Bêhrac hatinî sepandin û herwiha çarenivîs û cihê ragirtina wî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin