Rapora Hengawê derbarê girtina şeş welatiyên Bokanê

Dawiya hefteya borî aliyê kêm şeş welatiyên Kurd li bajarê Bokanê yên bi navê “Sîrwan Sipehrî, Mistefa Samî, Hejar

20 January 2024 23:02

 

Hengaw; 20ê Çileya 2024an

Dawiya hefteya borî aliyê kêm şeş welatiyên Kurd li bajarê Bokanê yên bi navê “Sîrwan Sipehrî, Mistefa Samî, Hejar Ehmedî Azer, Nasir Elîpûr, Rêbwar Kohgerd û Aram Sebzî” ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi şêweyekî hovane hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, bi dehan kes ji hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Bokanê êrîşî ser mala çend çalakvanên Kurd kirin û aliyê kêm sê kes ji welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Sipehrî, Mistefa Samî û Aram Sebzî yê 30 salî” girtine.

Di berdewamiya van girtinan de û demjimêrên destpêkî yên roja Pêncşemî 18ê Çileyê, sê welatiyên din ên bi navên “Hejar Ehmedî” yê 52 salî, “Nasir Elîpûr” yê 52 salî û “Rêbwar Kohgerd” ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniya Hengawê, girtina van şeş welatiyan bi awayekî tunûtîjî û bi bê hebûna belgeyên yasayî bûye û telefon û kelûpelên wan ên elekteronîkî jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine destbiserdegirtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê girtin û tohmetên ku li dijî van welatiyan hatî sepandin, ti zanyariyek berdest nîne û lipeyketinên malbatên wan jî bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin