Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînorê Newsûdê hate kuştin

Kolberek Kurd ê bi navê Sadiq Mîrzayî yê bavê du zarokan û xelkê bajarê Ciwanroyê bi teqeya rasteras

21 January 2024 14:58

 

Hengaw; Yekşemî 21ê Çileya 2024an

Kolberek Kurd ê bi navê Sadiq Mîrzayî yê bavê du zarokan û xelkê bajarê Ciwanroyê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê hate kuştin.


Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 20ê Çileya 2024an, Kolberekî Kurd ê bi navê Sadiq Mîrzayî yê temen 40 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê Newûdê hate kuştin

Pêka gotina çavkaniya agehdar, kolberê hanê xîzandar û bavê du zarokan bûye û termê vî ji bo navenda dermanî ya newsûdê hatiye veguhestin. 

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di sala 2023an de, herî kêm 41 kolber li ser sînorên Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin