Kuştin û birîndarbûna sê kolberan bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî yên Iraqê

Kolberekî Kurd yê xelkê Pawê bi navê Hişyar Mehmûdî ji aliyê hêzên sînorî yê Iraqê (Heres Hidud)

22 January 2024 19:54


Hengaw; Duşemî 22ê Çileya 2024an

Kolberekî Kurd yê xelkê Pawê bi navê Hişyar Mehmûdî ji aliyê hêzên sînorî yê Iraqê (Heres Hidud) li sînorê Newsûdê hate kuştin û du kolberên dinê jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 22ê Çileya 2024an, hêzên sînorî yên Iraqê (Heres Hidud) li sînorê Newsûdê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de herî kêm kolberek bi navê Hişyar Mehmûdî yê temen 40 salî û xelkê Şemşîrê hate kuştin.

Hangaw agehdar bûye ku kolberê hanê çi barek pê re nebûye û di nav axa Herêma Kurdistanê de ji aliyê serê xwe ve hatiye armanckirin.
 
Herwisa du kolberên dinê ku navê yek ji wan Rizgar Ferecî ye bi dijwarî hatine birîndarkirin û ji bo navenda dermanî ya Newsûdê hatine veguhestin.

Roja borî efserekî Kurd ji hêzên sînorî yên Iraqê (Heres Hidud) di bernameya "Berpirsiyar" a Rudaw Tv de bi amadebûna yek ji hevkara Hengawê li ser mijara bêrêzîkirina hêzên sînorî bi 8 kolberan re got: Di çend rojên borî de me ji Bexdayê fermana armanckirina kolberan ji navtengê ber bi xwarê ve wergirtiye.


Di vî warî de zêde bixwînin