Pîranşar; Girtina sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Du bira yên bi navên Şiwane Xizirnijad û Selah Xizirnijad yên xelkê bajarê Pîranşarê, digel Ehed Xizirnijad ji a

23 January 2024 00:11

 

Hengaw; Duşemî 22ê Çileya 2024an

Du bira yên bi navên Şiwane Xizirnijad û Selah Xizirnijad yên xelkê bajarê Pîranşarê, digel Ehed Xizirnijad ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 22ê Çileya 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Pîranşarê sê welatiyên Kurd yên bi navên Şiwane Xizirnijad û Selah Xizirnijad û Ehed Xizirnijad di malên wan de wate li gundê “Girdebin”ê binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, girtina van sê welatiyan bi awayekî tunûtîjî û bi bê hebûna belgeyên yasayî bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê girtin û tohmetên ku li dijî van welatiyan hatinî sepandin, ti zanyariyek berdest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin