Piştî 14 salan Ferhad Selîmî yê çalakvanê olî hate darvekirin

Sizayê darvekirina Ferhad Selîmî yê girtiyê Kurd û xelkê Seqizê piştî 14 sal girtîgeh, li girtî

23 January 2024 13:56

 

Hengaw; Sêşemî 23ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina Ferhad Selîmî yê girtiyê Kurd û xelkê Seqizê piştî 14 sal girtîgeh, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê bi rê ve çû. Eva di halekê de ye ku di heyama du mehên borî de sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî, Qasim Abiste û Eyûb Kerîmî, sê kes ji hevdosiyeyên Ferhad Selîmî bi rê ve çûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina Ferhad Selîmî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Seqizê di demekê de ku 14emîn sal ji sizayê xwe yê bê mafê mirexesî derbas dikir, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê bi rê ve çû. Ev girtiyê han roja Yekşemî bo odeya takekesî hatibû veguhastin û îzna dawî hevtîna bi malbatê re pê re nehate danê û bi wan re hatibû gotin ku sibê vegerin. Vê malbatê ku îro ji bo dawî hevtînê serdana girtîgehê kiribûn ji wan re hatiye gotin ku sizayê darvekirina kurê we bi rê ve çûye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina tund a darvekirina Ferhad Selîmî, dide zanîn ku ev girtiyê han di piroseyeke tevaw a nerohn, nadadperwerane û neyasayî de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Birêveçûna sizayê darvekirina vî girtiyê di demekê de bi rê ve çû ku, Ferhad Selîmî digel sê hevdosyeyên xwe yên bi navên Enwer Xizrî, Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê dest avêtibûn bi gireva birçîbûnê.

Di heyama çend mehên borî de sê kesên din ji hevdosyeyên Ferhad Selîmî yên bi navên Dawûd Ebdulahî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, her di vê girtîgehê de hatine darvekirin.

Ferhad Selîmî, Dawûd Ebdulahî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, Enwer Xizrî, Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhestin.

Ev girtiyane bi tohmeta dosyeya kuştina “Ebdulrehman Tîna”, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, propagende li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dîwana Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van girtiyên olî yên Kurd re hatibû ragihandin. Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatibûn veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin