Du welatiyên Kurd li bajarê Şinoyê hatine girtin

Soran Bengînî û Şehram Îbrahîmî, du welatiyên xelkê gundê "Kanî Reş"ê yê gi

24 January 2024 11:41

Hengaw; Çarşemî 24ê Çileya 2024an

Soran Bengînî û Şehram Îbrahîmî, du welatiyên xelkê gundê "Kanî Reş"ê yê girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 9ê sibeha roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, Soran Bengînî û Şehram Îbrahîmî, her du welatiyên temen 20 salî û xelkê gundê "Kanî Reş"ê yê ser bi bajarê Şino, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Lipeyketinên malbata van li derheq agahdarbûn ji qedera van du welatiyan heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî van de welatiyan hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina van li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin