Bokan; Metîn Hesenî, xwenîşanderê ziyandîtî car din hate girtin

Metîn Hesenî yê xelkê bajarê Bokanê ku di xwenîşandanên Mijdara 2019an de ji aliyê çavê xwe ve b

24 January 2024 14:55

Hengaw; Çarşemî 24ê Çileya 2024an

Metîn Hesenî yê xelkê bajarê Bokanê ku di xwenîşandanên Mijdara 2019an de ji aliyê çavê xwe ve birîndar bibû, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, Metîn Hesenî yê 23 salî bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mal wan li bajarê Bokanê hate binçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, girtina vî ciwanê Kurd, piştî derbasbûna du rojan bi ser serdana wî bo ser gora Yelda Aqafezlî û belavkirina vîdyoyekê di vê derbarê de, hatiye girtin.

Yelda Aqafezlî, hunermenda nerazî ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî ku hatibû azadkirin bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest dabû.

Metîn Hesenî, beriya vê yeke jî, li ser tirbên Jîna Emînî, Nîka Şakeremî û Kiyan Pîrfelek amade bibû.

Hêjayê gotinê ye ku, ev ciwanê ziyandîtî, di serhildana bixwîn a meha Mijdara 2019an de, bi teqeya hêzên Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê çavê xwe yê çepê ve birîndar bibû.

Navbirî di meha Kanûna 2019an de, di helekê de ku bo tedawiya çavê xwe li Tehranê bû, ji aliyê van hêzan ve li navendeke dermanî hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin