Raporek ji birêveçûna darvekirina du girtiyan li girtîgeha Hemedanê

Sizayê darvekirina du welatiyên Kurd yên bi navên Ehmed Haêrî û Selman S

24 January 2024 18:13

 

Hengaw; Çarşemî 24ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina du welatiyên Kurd yên bi navên Ehmed Haêrî û Selman Selîmî yên xelkê bajarê Kirmanşaê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina du welatiyên Kurd yên bi navên Ehmed Haêrî û Selman Selîmî yên xelkê bajarê Kirmanşaê, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Ehmed Haêrî û Selman Selîmî beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina wan du girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin