Merîwan; Selman Efra carek din hate girtin

Selman Efra, girtiyê siyasî û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê carek din ji aliyê hêzên ewlehî y

25 January 2024 00:47

 

Hengaw; Çarşemî 24ê Çileya 2024an

Selman Efra, girtiyê siyasî û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê carek din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 24ê Çileya 2024an, Selman Efra yê 30 salî û xelkê gundê Nê yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî bi awayekî tunûtîjî û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê girtin û tohmetên ku li dijî Selman Efra hatinî sepandin, ti zanyariyek berdest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku Selman Efra beriya niha sala 2018an bi salek girtîgehê hatibû sizadan, lê piştî demekê bi awayekî mercdar hatibû berdan. Navbirî di dema xwanîşandanên Newroza sala 2022an de carek dinê hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin