Miyanduav; Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Miyanduavê yê bi navê Şehram Rencber ji aliyê hêzên ewlehî ve hate g

26 January 2024 10:50

 

Hengaw; înê 26ê Çileya 2024an


Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Miyanduavê yê bi navê Şehram Rencber ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 22ê Çileya 2024an, hêzên îdareya Îtilaata Miyanduavê êrîşî ser mala Şehram Rencber li gundê "Gawmîş Gulî" kirin û navbirî girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeheke yasayî êrîşî ser mala vî welatiyê kirine û bi awayekî hoven û bêrêzîkirin bi navbirî û malbata wî re binçav kirine û bo cihekî nediyar veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî vî welatiyê hatinî sepandin û herwiha qeder û cihê ragirtina wî li ber dest nîne, lipeyketinên malbata navbirî di vê derabrê de bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin