Merîwan; Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Mihemed Barxuda û Eşkan Barxuda, du welatiyên Kurd ên xelkê gundê He

26 January 2024 20:26

 

Hengaw; În 26ê Çileya 2024an

Mihemed Barxuda û Eşkan Barxuda, du welatiyên Kurd ên xelkê gundê Hencîran yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 24ê Çileya 2024an, Mihemed Barxuda yê temen 34 salî û Eşkan Barxuda yê 27 salî, herdu welatiyên xelkê gundê "Hencîran"ê yê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata van du welatiyan derheq agehdarbûna çarenivîsa kurên xwe heta niha bê encam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî van du welatiyan hatinî sepandin û herwiha cihê ragirtina van li ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin