Seqiz; Kolberek ji aliyê hêzên sînorî ve hate kuştin

Kolberekî xelkê Seqizê yê bi navê Mensûr Mihemednijad, di dema kolberiyê de bi teqeya

28 January 2024 10:07

 

Hengaw; Yekşemî 28ê Çileya 2024an

Kolberekî xelkê Seqizê yê bi navê Mensûr Mihemednijad, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikêmetê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 27ê Çileya 2024an, kolberekî xelkê Seqizê yê bi navê Mensûr Mihemednijad, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên ser sînor yên hikêmetê li ser sînorê Bestamê hate kuştin.

Mensûr Mihemednijad yê xelkê gundê "Cuniyan" ê ser bi devera Zêwiye ya girêdayî bajarê Seqizê ye û di nav çemê Bestamê de ji aliyê hêzên leşkerî yên hikêmetê ve bûye armanc.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar,  kolberê hanê ji aliyê pişta xwa ve û bi gulleya klaşînkofê bûye armanc û di encamê de jiyana xwa ji dest daye.


Di vî warî de zêde bixwînin