Çar kolber li ser sînorên Banê û Newsûdê hatine birîndarkirin

Aliyê kêm çar kolberên Kurd ên bi navên “Yadigar Elîpûr, Karo û Aras (paşnavê w

28 January 2024 12:36

 

Hengaw; Yekşemî 28ê Çileya 2024an

Aliyê kêm çar kolberên Kurd ên bi navên “Yadigar Elîpûr, Karo û Aras (paşnavê wan nediyar e)” li ser sînorê “Hengejale” yê ser bi Banê û Peyman Mihemedî li sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 27ê Çileya 2024an, Yadigar Elîpûr ê temen 30 salî û xelkê bajarê Banê di dema kolberiyê de li ser sînorê Hengejale yê vî bajarî di encama gullereşandina rasterast a hêzên sînorî de bi giranî hate birîndarkirin. Êvareya roja Şemî jî kolberekî temen 18 salî yê xelkê Seqizê yê bi navê Karo (paşnavê wî nediyar e) her li ser vî sînorê hate birîndarkirin.

Hevdem û êvareya heman rojê, Peyman Mihemedî li ser sînorê Newsûdê yê girêdayî bajarê Pawê hate birîndarkirin û ji bo tedawiyê bo navendên dermanî hate veguhestin.

Hewiha êvareya roja Sêşemî 23ê Çileyê jî, Aras (paşnavê wî nediyar e) ê xelkê bajarê Merîwanê, bû armanca gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî yên cihgir li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê. Navbirî bi çeka saçmeyî û ji aliyê dest û navtenga xwe ve hatiye birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin