Girtiyek li girtîgeha Qizilhisarê hate bidarvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Dereşarê yê girêdayî parêzgeha Îlamê ku

28 January 2024 15:52

 

Hengaw; Yekşemî 28ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Dereşarê yê girêdayî parêzgeha Îlamê ku berê bi tohmeta pêwndîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhisara Kerecê bi rê ve çû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 28ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina herî kêm girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Dereşarê yê ser bi parêzgeha Îlamê yê bi navê Mihemed Riza Qurbanî yê temen 45 salî li girtîgeha Qizilhisara Kerecê hate cîbicîkirin.

Mihemed Riza Qurbanî pênc sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hêjayê gotinê ye ku roja borî girtiyekî dinê yê bi navê Husên Hewasîzade yê xelkê bajarê Koyeştê digel Mihemed Riza Qurbanî bo odeya takekesî hatibûne veguhestin ku cîbicîkirina sizayê vî girtiyê bi awayekî demkî hate sekinandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin