Bangewaziya saziyên mafê Mirovî ji bo gireva giştî ya "na bo darvekirinê"

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê û 6 saziyên din ên mafê mirovî yên çalak li Ku

29 January 2024 18:47

 

Hengaw; Duşemî 29ê Çileya 2024an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê û 6 saziyên din ên mafê mirovî yên çalak li Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin ku roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an bi girevgirtina giştî û seranserî, cîbicîkirina sizayê darvekirina van çar girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Muhsên Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî şermezar bikin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Rêjeya bidarvekirinê li Kurdistanê bi asteke jiqasderçûyî zêde bûye û maşîna serkutkirinê ya Komara Îslamî ya Îranê gelek bi hovane û bêşermane ciwanên vê nîştimanê dike qurbanî, wek bibêjin ku darvekirin û hêza wê ya bênaveroka xwe ji bo cezakirina xelkê Kurdistanê û kuştina azadî û azadîxwazan bi kar tîne.
Di vê dawiyê de, mixabin sibêdeha îro çar girtiyên siyasî yên Kurd hatine îdamkirin û sizayê darvekirina şeş girtiyên dinê yên siyasî û olî yên Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ve hatiye piştrastkirin û egera cîbicîkirina sizayê wan di rojên pê de heye.

Em wek komek ji çalakvan û saziyên dakokîkar ji mafê mirovî, daxwazê ji hemû civaka Kurdistanê dikin ku roja Sêşemî ya vê heftiyê, bi beşdarîkirin li gireva giştî û seranserî, nerazîtiya xwe li hember vê piroseya nemirovane ya hikûmta Îranê ku dijî bingehên mafê mirovî ye, nîşan bidin.

Armanca vê girevê, ne tenê nîşandana dijayetiya li hember bidarvekirinê ye, belkî balkişandina raya navnetewî û navdewletî li ser rewşa xirap a mafê mirovî li Kurdistanê û bidawîanîna sizayê îdamê ye.

Em di vê bangewaziyê de daxwazê ji hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê, saziyên medenî, saziyên mafê mirovî û xwedî wijdanên şiyar ên li seranserê cîhanê dikin ku piştgiriyê bidine vê girevê û bibin dengê xelkê Kurdistanê û di vê têkoşîna bo dadperwerî û mafê mirovî de piştevan bin.

29ê Çileya 2024an

Saziya Cîhanî ya Kurd 

Saziya Mafê Mirovî ya Hanayê

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê

Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpayê

Kampanya Berevanîkirin Ji Çar Girtiyên Siyasî Yên Kurd

Kurdistan Tirîbonal

Navenda Mafê Mirovî ya Zagrosê


Di vî warî de zêde bixwînin