Pawe; Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Du welatiyên Kurd ên bi navên Îbrahîm Secadî û Hesen Kerîmpûr ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê

30 January 2024 14:20

Hengaw; Sêşemî 30ê Çileya 2024an

Du welatiyên Kurd ên bi navên Îbrahîm Secadî û Hesen Kerîmpûr ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane li bajarê Pawê hatine binçavkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 28ê Çileya 2024an, Îbrahîm Secadî yê xelkê gundê "Kolcî" yê girêdayî Sewlavayê û Hesen Kerîmpûr ê xelkê gundê "Dezawer" ê ser bi Newsûdê li xala vekolînê ya bajarê Pawê, bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata wan du welatiyane derheq agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina wan haya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derabarê sedemên girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van du welatiyan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin