Sînorê Newsûdê; Sê kolber bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî hatine birîndarkirin

Sê kolberên Kurd ên bi navên Cebar Weysî, Yezdan û Berzan li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a

31 January 2024 10:06

 

Hengaw; Çarşemî 31ê Çileya 2024an

Sê kolberên Kurd ên bi navên Cebar Weysî, Yezdan û Berzan li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, evareya roja Duşemî 29ê Çileya 2024an, Cebar Weysî yê xelkê gundê Cûcar yê girêdayî bajarê Selasa Bawecanî, Yezdan (paşnavê wî nediyar e) û Berzan (paşnavê wî nediyar e) di dema kolberiyê de li ser sînorê “Newsûdê” yê girêdayî bajarê Pawê di encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî de hatine birîndarkirin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, rewşa tendirustiya yek ji wan kolberane pir xirab e û navbirî ji bo navendên pizîşkî yên Kirmaşanê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin