Pîranşar; Umîd Xizirnijad ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Umîd Xizirnijad, welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Gerdebin"ê yê girêdayî bajarê Pîran

31 January 2024 16:21

Hengaw; Çarşemî 31ê Çileya 2024an

Umîd Xizirnijad, welatiyê Kurd ê xelkê gundê "Gerdebin"ê yê girêdayî bajarê Pîranşarê bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate gazîkirin û piştre hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 27ê Çileya 2024an, Umîd Xizirnijad, welatiyê xelkê gundê "Gerdebin"ê yê ser bi bajarê Pîranşarê bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate gazîkirin û piştre hate girtin û bo cihekî nediyar veguhetin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han heya niha ji sereketirîn mafên xwe yên wekî destpêregihîştin bi parêzer, mafê hevdîtin û pêywendiya telefonî bi malbata xwe re hatiye bêparkirin û lipeyketinên malabata navbirî derheq aghedrabûn ji qedera wî heya niha bê encam maye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin